Ûkraynayê kontrola komên paramîlîter winda kir
Li Ûkraynayêi komên paramîlîter ên li dijî komên Rûs ên li Donbassê û herêmên din ên rojhilat ji bo serxwebûnê têdikoşin hatin avakirin, ji kontrolê derdikevin.

Serokdewlet Poroşenko hişyarî da ku olîgarkên li welêt hewl didin 'artêşên xwe yên taybet' ava bikin û di bin navê 'dilxwazan' de ev yekîne ji aliyê karsazan ve tên fînansekirin.
Li gorî nûçeyên di medya Ûkraynayê de cih girtin, Serokdewlet Petro Poroşenko, der heqê komên çekdar ên li rojhilatê welêt di bin navê 'dilxwazan' de tevdigerin, hişyarî da. Poroşenko yê hewl dide yekîneyên dilxwazan bixe bin kontrola artêşê hişyarî da û got, "Di nava me de yê xwedî hêzên ewlekariya taybet, wê nebe Walî."
'Yekîneyên dilxwaz' ên Poroşenko der heqê wan de hişyarî da, di dawiya hefteyê de li bajarê Dnîpropetrovskê, bi qasî nîvê du kargehên cemaweriyê dagir kiribûn. Hêzên çekdar ên ji aliyê Waliyê Dnîpropetrovskê û karsazê mîlyarder Îgor Kolomoîskî ve hatin wezîfedarkirin, kargehên Ûkrnafta û Ûkrtransnafta dagir kiribûn û hewl dabûn guhertina rêveberiya bi walî re 'dilsoz' a kargehan, asteng bikin.
Li herêma Dnîpropetrovskê, beriya du salan hatibû ragihandin ku yekîneyek ji 80 kesî ji bo li hemberî komên Rûs şer bikin hatiye avakirin û di fermiyetê de bi Wezaretên Karên Hundir û Parastinê ve girêdayî ye. Lê belê xerciyên û mehaneyên van kesan, jia liyê karsazên weke olîgark tên binavkirin, tê fînansekirin.