Li Fransayê balafir ket: 148 kes winda ne
Balafira bi tîpa Airbus A320 a rêya hewayî ya Germanwings a ser kargeha rêyên hewayî yên Elman Lufthansa, li başûrê Fransayê ket xwarê.
Balafira bi tîpa Airbus A320 a rêya hewayî ya Germanwings a ser kargeha rêyên hewayî yên Elman Lufthansa, li başûrê Fransayê ket xwarê.
Balafira bi tîpa Airbus A320 a rêya hewayî ya Germanwings a ser kargeha rêyên hewayî yên Elman Lufthansa, li başûrê Fransayê ket xwarê. Xilasbûna 148 kesên di balafirê de ihtimaleke qels e.
Balafira rêwiyan a ji bajarê Spanya Barcelonayê, bi 142 rêwî û 6 personelan diçû bajarê Elmanya Dusseldorfê, saetek beriya bikeve, li dema li ser herêma Alpes-de-Haute-Provence ya başûrê Fransayê bû, ji radarê winda bû.
Balafira ku sefera 4U9525 dikir, li nêzî gundekî ket xwarê. Tevî ku cihê hatiye tespîtkirin jî ji ber qadeke bilind û çiyayî ye, tê gotin ku xwegihandina ji rêya bejahî zehmet e. Serokwezîrê Freansayê Manûel Valls qeza piştrast kir, lê diyar kir ku der heqê sedema qezayê de ti agahiyeke wan nîne.
Rojnameya Le Monde ragihand ku Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneuve çûye cihê enqazê.