Qutiya reş hat dîtin, Ewropa di nav şînê de ye

Yek ji qutiya reş a balafira roja Sêşêmê li Fransa ketibû hat dîtin. Rayedaran diyar kirin ku qutî zerar dîtiye lê wê karibin bikar bînin.

Yek ji qutiya reş a balafira roja Sêşêmê li Fransa ketibû hat dîtin. Rayedaran diyar kirin ku qutî zerar dîtiye lê wê karibin bikar bînin.

Balafira rêwiyan a Airbus A320 a Fransî ya aîdî şîrketa rêyên hewayî ya Elman Germanwings ku seferên erzan pêk tîne roja Sêşemê li herêma çiyayî ketibû.

Di balafira ji Barselona diçû Dusseldorf de 144 rêwî û 6 personelê balafirê hebûn. Ji wan kesek rizgar nebû. Her wiha ji balafirê ti sînyaleke alîkariyê nehatibû. Ev qeza ji sala 1981’ê ve qezaya balafirê ya herî giran bû.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransa Bernard Cazeneuve, aşkera kir ku li herêma qezayê ya ketina wê zehmet e, qutiyeke reş dîtine. Wezîr got ku qutiya reş zerar dîtiye, lê wê karibin bi kar bînin. Hat ragihandin ku ev qutiya reş qutiya ku axaftinên di kokpîtê qeyd dike.

Wezîr Cazeneûve yê ji radyoya RTL re axivî got ku îhtîmala êrîşeke terorîstî ne li pêş e, balafir ne teqiyaye.