2 hezar 600 kes li Brukselê bê mal in

Li paytexta Belçîka Brukselê, hejmara bê malan, li gorî salên dawî gelekî zêde bû û 2 hezar 600 derbas kir.

Li paytexta Belçîka Brukselê, hejmara bê malan, li gorî salên dawî gelekî zêde bû û 2 hezar 600 derbas kir.

Li gorî nûçeya rojnameya La Libre Belgique, di encama xebateke 160 dilxwazên ji komeleyên cuda yên li paytextê, hejmara mirovên bê cih û war hatin tespîtkirin.

Li gorî vê yekê li paytext Brukselê 2 hezar 600 mirovên bê mal hene. Ji sala 2010'an û vir ve bi rêjeya ji sedî 33 zêde bûye.

Ji sedî 63 ê van mirovên bê cih û war mêr in. Temenê navîn ê mirovên bê mal 41 e.

Midûrê Navenda Stargeha Lezgîn a Ariane Didier Stappaerts ê rewşa bê malan baş dizane, balê dikşîne ser peydakirina xaniyên ku her diçe buha dibe.