Zanyaran di wê baweriyê de ne ku wan şopa kratera herî mezin a li cîhanê ya ji ber lêketina meteorê ya beriya bi sed mîlyonan salî, tespît kirine. Ev yek dibe ku di mijara dîroka gerstêrkê de rê li ber teoriyên nû veke."
Kratera ji 400 km'yî demeke dirêj beriya niha ji ser rûyê erdê winda bû. Kratera ku li navenda Awûstralyayê li binê erdê hat tespîtkriin, du şopên birînê li dû xwe hişt.
Jeofîzîkvanên Awûstralyayî yên ev kişf kirin, xebatên xwe yên li ser mijarê di kovara "Tectonophysics" a Ewropayê weşandin. Lêkolîneran diyar dikin ku meteor beriya li erdê bikeve, bûye du parçe.
Ji Departmana Antropolojî û Arekolojîk a Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê Andrew Glikson got, "Her yek ji her du parçeyên meteorê dibe ku 10 kîlometre berfireh bûn. Bi lêketinê re dibe ku gelek ruhberên hingî yên li gerstêrka me, tine bûne."
Zelal nebû ku meteor kengî li cîhanê ketiye. Zanyar dibêjin ku kevirên li derdora kraterê kevirên beriya 300 heta 600 mîlyon salî ne. Lê belê, berevajî meteorê beriya 66 mîlyon salî li herêma kendava Meksîkayê ket, ti nîşaneyên jeolojîk ên vê lêdana li navenda Awûstralyayê nîne.
Andrews Glikson got, "Rewşeke nepenî ye, em nikarin nifşekî heywanan ê bi vê lêdanê re tinebûye, tespît bikin. Ev yek jî dibe sedem ku nêrîna 'ev lêketin dibe ku demeke berî texmînan pêk hatiye' derkeve holê."