Uruguayê li girtiyên Guantanamo re deriyên xwe girt
Hikûmeta Uruguay a nû ya di bin lîderiya Tabare Vasquez de, diyar kir wê ji vir şûn ve ji bo girtiyên ku ji girtîgeha Amerîkan a Korfeza Guantanamo tên re mafê penaberiyê nedin.
Hikûmeta Uruguay a nû ya di bin lîderiya Tabare Vasquez de, diyar kir wê ji vir şûn ve ji bo girtiyên ku ji girtîgeha Amerîkan a Korfeza Guantanamo tên re mafê penaberiyê nedin.
Hikûmeta Uruguayê ya nû ya di bin lîderiya Tabare Vasquez de, diyar kir wê ji vir şûn ve ji bo girtiyên ku ji girtîgeha Amerîkan a Korfeza Guantanamo tên re mafê penaberiyê nedin.
Uruguayê di meha Qanûnê de ji bo 4 Sûriyeyî, Filistiniyekî û Tunusiyekî ku li Guantanamoya Kubayê ev 12 sal bû hatibûn desteserkirin û ti car bi sûcekî nehatibûn sûcdarkirin, mafê penaberiyê dabû wan.
Lê raya giştî û gel piştgiriyê nade vê biryara ku serokdewletê berê Jose Mujîca di mehên dawiya peywira xwe de girtiye.
Jose Mujîca gotibû ev kes bi awayekî zaliman e hatine revandin. Mujîca di meha Sibatê de çû serdana girtiyên Guantanamo yê berê û diyar kiribû ku 6 penaberên Ereb hê terza jiyana Uruguay negirtine. Mujîca got ku penaber di fêrkirina ziman de zehmetiyan dikişînin û gotibû sedema vê jî ev e ku jiyanek ne zelal meşandine.
Wezîrê Karên Derve yê Uruguayê Rodolfo Nîn Novora jî anî ziman ku kesên ji şerê Sûriyeyê reviyane qebûlkirina wan a wek penaberiyê wê heta dawiya salê bê sekinandin.
Wezîr got ku li Uruguayê, der barê malbatên penaber ên Sûriyeyê de pirsgirên çandî tên jiyîn. Wezîr der barê guherîna nêrîna der barê girtiyên Guantanamo de jî tiştek negot. Li girtî girtîgeha Guantanamo hê 120 girtî hene.