Nêzîhevbûna DYA-Kuba: Pêkanînên li hemberî kargehan tên rakirin

Bi dehan şîrketên li Kubayê bazirganiyê dikin, lê belê ji sala 1962'an û vir ve li ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rast tên, ji vê ambargoyê rizgar bûn.

Bi dehan şîrketên li Kubayê bazirganiyê dikin, lê belê ji sala 1962'an û vir ve li ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rast tên, ji vê ambargoyê rizgar bûn.

Nêzîhevbûna rêveberiyên DYA û Kuba ya sala bihurî destpê kir, bandora xwe li qada aboriyê jî dike.

Di lîsteya Daîreya Kontrola Bazirganiya Derve (OFAC) a ji pêkanînên DYA yên li hemberî kargehên welatan berpirsyare de, lîsteya kargehên ji pêkanînan rizgar bûne, hat weşandin. Di lîsteyê de biq asî 60 kargehên piraniya wan li Panama ne yan jî bi bandrola Qibrisê li Kubayê bazirganiyê dikin, cih digirin.

Tê gotin ku ev kargehên mijara gotinê bi giranî di sektora tûrîzm û masîvaniyê de aktîf in.