Li Ewropayê operasyona li dijî bazirganên mirovan: 41 binçavkirin

Li şeş welatên Ewropayê li dijî şebekeyeke mezin a bazirganên mirovan operasyonek hate lidarxistin û di encamê de 41 kes hatin binçavkirin.

Li şeş welatên Ewropayê li dijî şebekeyeke mezin a bazirganên mirovan operasyonek hate lidarxistin û di encamê de 41 kes hatin binçavkirin.

Alîkara Dozgerê bajarê Besançon a Fransayê Margaret Parietti da zanîn ku gumanbarên ku hatine binçavkirin têkiliyeke xurt a wan bi şebekeyên ku mirovan Kosovayiyan di Sirbîstanê re derbasî Ewropayê dikin hene. Li gorî gumanên tên kirin ev kes alîkariya Kosovayiyên qaçax ên li Ewropayê dibin alîkarî û li welatên xwe bi cih dikin.

Ji 55 kesên di hedefa operasyonê de bûn 41 kes hatin binçavkirin. Ji van 11 kes li Fransa, 16 li Komara Çekê, 6 jê li Awûstûryayê, 3 jê li Macarîstanê, 3’ê jê li Kosova û 2 yên din jî li Slovenyayê hatine binçavkirin.

Macarîstan pêşengiya operasyona bi navê Falco kir. Hezîran 2014 şeş kesên ku tê îdîakirin têkiliya wan bi vê şebekeyê re hene, hatibûn binçavkirin.