Rûsya xwest Amerîka çekên nukleerî ji Ewropayê vekişîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsya Alexander Lukashevich di daxuyaniya xwe ya 24’ê Adarê de, got ku pêwîst e DYA ya welatekî NATO ye çekên nukleerî yên li erdzemîna Ewropayê vekişîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsya Alexander Lukashevich di daxuyaniya xwe ya 24’ê Adarê de, got ku pêwîst e DYA ya welatekî NATO ye çekên nukleerî yên li erdzemîna Ewropayê vekişîne.

Berdevk diyar kir li gor Peymana Astenkirina Belavkirina Çekên Nukleerî NPT, nabe ku DYA çekên nukleerî li erdzemîna Ewropayê bicih bike.

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya berdevkê Qesra Spî Jen Psakî ku diyar kir heke DYA li xakên mutefîkên NATO’yê yên li erdzemîna Ewropayê çekên nukleerî bicih bike ne dijberî NPT ye hat.

Berdevkê Qesra Spî, gotibû ku wê çekên nukleerî yên li Erdzemîna Ewropayê di kontrola DYA de bin.

Lukashevich, bal kişand ser xala duyemîn a Peymana Astengkirina Belavkirina Çekên Nukleerî NPT, bibîr xist ku li gor peymanê nabe DYA çekên nukleer ên taktîk li xaka welatên “zanîna wan a nukleerî nîne” bicih bikin.