Di encama êrîşa balafirên bê mirov a ji aliyê artêşa Amerîka ve li Arganîstanê li dijî tevgera Talîbana Pakîstanê pêk hat de piraniya wan fermandar bi giştî 11 endamên Talîbanê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên servîsên sîxurî yên Pakîstanê dane, herî kêm 7 kes ji kuştiyan fermandarê Talîbanê ne. Li gorî bîlançoya roja Sêşemê hate aşkerakirin 9 endamên Talîbanê hatibûn kuştin.
Hate ragihandin ku êrîş roja Sêşemê li herêma Kûnar a Afganîstanê pêk hat. Beriya çend rojan li aliyê din ango herêma Tîrah a dikeve nava sînorê Pakîstanê de pevçûnên dijwar qewimîbûn. Geliyê Tîrah ê ku dikeve herêma xweser a ku piraniya şêniya Pêştûyî ne, ji aliyê artêşa Pakîstanê ve tê bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Pakîstanê gelek serhildêr hatine kuştin. Di pevçûnan de 7 leşkerên Pakîstanî jî hatibûn kuştin.
Di demek de ku têkiliyên di navbera rêveberiyên Kabîl û Îslamabadê de germ dibin, artêşa Amerîkayê li dijî Talîbanan dest bi êrîşeke dijwar a bi balafirên bê mirov kir. Êrîş ji dawiya sala 2014 ve berdewam dikin.