Xwînên ku bi zorê hatibûn girtin bi merasîmekê hatin binaxkirin

Xwînên ku bi zorê di nîv sesalê de ji kabîleya herêmî ya Yanomamî yên li daristana Amazon a Brezîlayayê dijîn hatin girtin, bi merasîmeke hatin radest kirin. Kabîleya Yanomamî têkoşîna xwe ya hiqûqê ya 13 salî bi serkeftinekê tacîdar kir.


Xwînên ku bi zorê di nîv sesalê de ji kabîleya herêmî ya Yanomamî yên li daristana Amazon a Brezîlayayê dijîn hatin girtin, bi merasîmeke hatin radest kirin.  Kabîleya Yanomamî  têkoşîna xwe ya hiqûqê ya 13 salî bi serkeftinekê tacîdar kir.

Li bakurê Brezîlyayê li eyaleta Roraîma ya sînorê Venezuelayê li gundê Pîau ayîneke cuda hat lidarxistin.  Xwînên ku di salên 1960-70’ê de ji aliyê Lêkolînerên Amerîkayî ve beyî destura şefên Yanomamî hatibûn girtin bi merasîmekê hatin binaxkirin.
Di vîdeoya ku di malpera G1 ya girêdayê çapemeniya Globo de cih girt, xwînên ku di 2 hezar û 693 şûşeyên biçûk de hatin, li çalek mezin binaxkirin.

Berdevkê kabîleya Yanomamî Davî Kopenawa ji malperê re axivî û got: “Beyî destura şefê Yanomamî xwîn hatin girtin. Divê li dijî van kesan rêzdarbûna.  30 kesên ji kabîleya Yanomamî ku wê demê xwîn dabûn hîna dijîn û ji van 15 kesî di merasîmê de cihê xwe girtin.

Li dijî bexşa xwînê ya ku li dij kevneşopiyên kabîleya Yanomamî ye, di 2002’an de têkoşîna hiqûqî hatibû destpêkirin. Di encama hewldanên Dozgeriya Komarê ya Roraîma de mînakên xwînê yên li Zanîngeha Pensîlvanyayê dihat girtin, hat xwestin.

Li ser navê dozgeriyê Deborah Duprat axivî û got ji bo girtina van xwînan têkoşînek mezin hat dayîn û got ev serkeftina kabîleya Yanomamî ye.

Di encama têkoşîna 13 salan de ev xwîn di 26’ê Adarê de anîbûn Brezîlyayê.