Di navbera IMF û Yewnanîstanê de alozî

Di navbera Yewnanîstan û IMF’ê de ku li ser dayîna deynan muzakere tên meşandin, alozî didome. Hat hînbûn ku IMF’ê banga vegerê li heyeta muzakereyê û pisporên li Atînayê kiriye.

Di navbera Yewnanîstan û IMF’ê de ku li ser dayîna deynan muzakere tên meşandin, alozî didome. Hat hînbûn ku IMF’ê banga vegerê li heyeta muzakereyê û pisporên li Atînayê kiriye.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegel a Elman de cih girtiye hevdîtinên di navbera Fona Pere a Navneteweyî (IMF) û Yewnanîstanê de xitimîne. Kovarê diyar kir ku bi ketina navberê ya betlana Paskalya re, pisporên  IMF’ê heta navîna mehê ji bo carek din venegerin, ji Atînayê derketine.

Hat hînbûn ku paskalyaya Ortodoks jî ji bo vekişîna burokratên IMF’ê bûye hincet. Muzakereyên têkildarî deyndayînê ya di navbera IMF û Yewnanîstanê de encam neda û aliyan hev û din sûcdar kirin. IMF’ê roja Çarşemê daxuyaniyek da û hat gotin ku bi hikûmeta Yewnanîstanê re çar rojan tenê muzakereyek rast hatiye meşandin.

Musteşarê Wezareta Maliyeyê ya Yewnanîstanê Nîkos Theokarakîs jî got burokratên IMF kesên ku di vê mijarê de qels bûne. Theokarakîs da zanîn ku pereyê ku wê hefteya dawî bidana, wê nedin.

Wezareta Maliyê ya Yewnanîstanê jî gotibû wê welatî wî di dayîna deynan de zehmetiyê nekişîne. Alîkarê Wezîrê Maliyê Dîmîtrîs Mardas got ku li gorî daneyê destê wan ew di aliyê dayîna deynan de pirsgirêkan najîn.