Chrysler bi binpêkirina ewlekariya can hat cezakirin

Li Amerîkayê şîrketeke wesayîtan (otomobîl) bi hinceta ku girîngiyê nade ewlehiya canê bikarhêneran rastî 150 mîlyon dolar ceza hat.

Li Amerîkayê şîrketeke wesayîtan (otomobîl) bi hinceta ku girîngiyê nade ewlehiya canê bikarhêneran rastî 150 mîlyon dolar ceza hat.

Di doza ku li eyaleta Georgia ya DYA’yê pêk hat, serlêdana malbata ku di 2012’an de ji depoya benzîn a wesayîta wan agir derketibû û zarokê wan ê 4 salî jiyana xwe ji dest dabû, hat destgirtin. Heyeta dadgehê ji qeza û mirina zarok şîrketa Chrysler bi qisûr dît û biryar da ku wê şîrket 150 mîlyon dolar ceza bide.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku divê şîrketa Chrysler di qezayên heyî de der barê ku ji beşa dawî ya wesayîtê ya ji depoya benzîng agir dertê de, muşteriyan hişyar bike.

Di 2012’an de di wesayîta Grand Cherokke a model 1999’an de di encama qezayê de di depoya benzîn de agir derketibû. 

Parêzerê malbatê diyar kiribû ku ji ber depoya benzîn di dawiya wesayîtê de ye, şensê rizgarkirina zarokê 4 salî gelek kêm bû.

Şîrketa Chrysler berê jî ji ber ku depoya benzîn gelek nêzî dawiya wesayîtan bûn 1,5 mîlyon cîp ji piyasayê rakiribûn.

Şîrketê têkildarî biryarda dadgehê de daxuyaniyek da û got ku ev biryar nayê qebûlkirin ût wê bişînin temyîzê.