Mubarek û kurên wî ji doza nelirêtiyê ji nû ve tên darizandin

Serokê berê yê Misrê Husnu Mubarek, ji ber bûyereke nelirêtiyê ji nû ve tê darizandin

Serokê berê yê Misrê Husnu Mubarek, ji ber bûyereke nelirêtiyê ji nû ve tê darizandin.

Serokê berê yê Misrê Husnu Mubarek û du kurên wî, ji ber dahata gelemperiyê ji bo restorekirina xaniyê xwe bikar anîne, li pêşberî dadgehê ne. Doz îro li paytexta Misrê Kahîreyê destpê kir.

Husnu Mubarek ê 86 salî ku niha li nexweşxaneyeke dewletê tedawî dibîne, berî niha jî ji dosyayeke nelirêtiyê hatibû darizandin û 3 sal ceza lê hatibû birîn. Her du kurên wî jî ji heman dosyayê hatibûn darizandin û li her yekî 4 sal ceza hatibû birîn.

Di meha Çile de cezayê wan hatibû betalkirin. Betalkirina ceza ji bo ji nû ve darizandina Mubarek û kurên wî rê vekiribû.

Televîzyona Misrê dîmenên rûniştina dozê ya li saloneke akademiya polîsan pêk tê weşand. Di rûniştinê de Mubarek û kurên wî di kefesekê de bûn. Doz taloqî 29’ê Nîsanê hat kirin.