Li Kenyayê piştî êrîşê 50 saetan kesek bi saxî hat dîtin

Piştî êrîşa pêr a Zanîngeha Garîssa ya Kenyayê xwendekarek bi saxî hat dîtin.

Piştî êrîşa pêr a Zanîngeha Garîssa ya Kenyayê xwendekarek bi saxî hat dîtin.

Xwendekara ku dema êrîşê xwe di dolabekê de veşart, piştî êrîşê bi 50 saetan hat dîtin. Di êrîşa endamên El Şebap de piraniya wan xwendekar 148 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Berpirsiyarê Xaça Sor a Kenya Arnolda Shiundu têkildarî mijarê got, “Kesekî ku ji êrîşê rizgar bûye hat dîtin.”  Hat diyarkirin ku xwendekara jin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên piştî êrîşê zanîngeh kontrol dikirin hatiye dîtin.