Li Fransayê bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe

Li gorî raporek li Fransayê hat weşandin, li vî welatî bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe. Balkêş e ku ev zêdebûn di nava civanan de tê dîtin.

Li gorî raporek li Fransayê hat weşandin, li vî welatî bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe. Balkêş e ku ev zêdebûn di nava civanan de tê dîtin.

Li gorî Rapora Tenduristiyê-2014 a ji aliyê Saziya Çavdêriya Madeyên Toksîk û Narkotîkê, bikaranîna narkotîkê zêde dibe.

Li gorî rapora ku di encama hevdîtina bi 15 hezar kesên di navbera 15-75 salî de, ji madeyên herî zêde li Fransayê tên bikaranîn heşîş derdikeve pêş. Ji sedî 42 ê Fransiyên 18-64 salî, di jiyana xwe de herî kêm carekê heşîş vexwarine û ji sedî 11 ê vê rêjeyê jî anî ziman ku wan ev made di sala 2014'an de bikar anîne.

Bikaranîna heşîş di nava jinên ji 18 heta 40 salî û mêrên ji 18 heta 55 salî de zêde bûn. Ji sedî 34 ê mêrên di navbera 18-25 salî de anîn ziman ku di sala 2014'an de herî kêm carekê heşîş vexwarîne. Rêjeya jinên di heman temenî de di sala 2014'an de heşîş bikar anîne jî, ji sedî 23 ye. 

Yên di navbera 18-25 salî de heşîş bikaranîne jî ji sedî 29 e. Ev rêje di sala 2010'an de ji sedî 17 bû.

Rêjeya mirovên hebên ekstazî herî kêm carekê bikaranîne jî ji sedî 4,3 ye. Rêjeya mirovên par bikaranîn jî bi rêjeya ji sedî 0,9 zêde bû.

Rêjeya mirovên di temenê xwe de herî kêm carekê kokaîn bikar anî jî ji sedî 5,6 e.