Yatsenyuk: Putîn Ukraynayê di têkoşîna li dijî Rojava de bikar tîne

Serokwezîrê Ukraynayê Arsenî Yatsenyuk li xwe mikûr hat ku li dijî komên Rûs yên li welatê wan, bêçare ne û got Rûsya, welatî wî di têkoşîna li hemberî Rojava de bikar tîne.

Serokwezîrê Ukraynayê Arsenî Yatsenyuk ku ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûng a Elman re têkildarî pêşeroja aboriya welatê xwe, komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê û têkiliyên bi Rûsyayê re axivî.

Yatsenyuk bi lêv kir ku piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetên Ukraynayê wek cîranên xwe reformên aboriyê pêk neanîne û  belkî hewcedariya welatî wî bi du salên din jî heye. Yatsenyuk got ku herêmên Rojhilatê Ukraynayê di destê komên alîgirên Rûsyayê de ne û ev rewş zirarê dide pêşketinê.

Yatsenyuk bi lêv kir ku şûndegirtina Donbass û Kirimê di demek kurt de ne pêkane û beşa mayî ya welat jî hewl didin qels bikin û bal kişand ser pozîsyona qels a ku Kîev di nav de ye.

Yatsenyuk anî ziman hedefa wan ev e ku pêşî li pêşveçûna komên Rûs bigire û sînorê navberê biparêzin. Têkildarî çareseriya pirsgirêkê de jî got ku ew neçare vekirî bêje pirsgirêk di demek kurt de nayê çareserkirin.

Her wiha bal kişand ser helwesta Vladîmîr Putîn û got lîderê Rûs dixwaze Ukraynayê di têkoşîna li hember welatên rojava bikar bîne.