Hat îdîakirin ku lîderê rêxistina Ecnad Misir hatiye kuştin
Hat îdîakirin ku lîderê rêxistina bi navê Ecnad Misir a ku di nava 2 salê dawî de li Misirê gelek êrîş pêk anî, di pevçûneke bi hêzên ewlekariyê re hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misirê de hat ragihandin ku lîderê rêxistina Ecnad Misir (Leşkerên Misirê) Hamman Mûhammed Attiya hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Attiya, di operasyona li daîreyeke apartmanê ya li başûrê paytext Kahîreyê hatiyek uştin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di dema operasyonê de Attiya gule li yekîneyên ewlekariyê reşandiye û li gel Attiya çekek otomatîk, debanceyek, çar bombe û 18 madeyên teqemeniyê hatine bidestxistin. Nehat ragihandin ku Attiya kengî hatiye kuştin. Balkêş e ku daxuyanî piştî êrîşa bombeyî ya duh a li paytext Kahîreyê ku di encamê de polîsek hat kuştin, hat dayîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku Haman Mûhammed Attiya yê hat kuştin, demekê endamê rêxistina Ensar Beyt El Makdes bû û di sala 2013'an de ji vê rêxistinê veqetiya û Ecnad Misir ava kiribû.
Hat ragihandin ku Ecnad Misir heta roja îro 26 caran êrîşî yekîneyên ewlekariyê yên Misirê kiriye û êrîş piştî Tîrmeha 2013'an dema dûrxistina Mûhammed Mûrsî bi darbeyê ji wezîfeyê, zêde bûne. Rêxistinê, berpirsyariya êrîşa bombeyî ya par a li ber Qesra Serokkomarî û Wezareta Karên Derve girtibû ser xwe, ku di encamê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.