Radyasyona ji Fûkûşimayê derket li peravên Kaneda ye
Radyasyona ku piştî karesata nukleerî ya Fûkûşima ya ku sala 2011 li Japonyayê pêk hat, gihiştin peravên Kanadayê.

Saziya deryayî ya serbixwe The Woods Hole Oceanographic Institution ku navenda wê li DYA ye, roja Duşemê daxuyaniyek da û da zanîn ku radyasyonên ku wê nikarin ji bo tenduristiya mirovan xeteriyê çêbikin, li peravên Kanadayê hatine dîtin.
Bi vî awayî radyasyonên ji peravên Japonyayê belav bûn gihiştin peravên Amerîkaya Bakûr. Rayedaran ragihandin ku bi rêjeya nêzî 134 -137 sezyûm radyasyon li girava Vanouver a Kanadayê hatine dîtin.
Pispor diyar dikin ku ev rêje ji bo tenduristiya mirovan ne xeter e.
Sala 2011 li Japonyayê di santrala nukleerê ya Fûkûşimayê de karesatek pêk hat. Piştî testên hatin kirin nêzî 1 metre kupê ava deryayê de 50 milyon becuquerel radyoaktîf hatin dîtin.
Roja Sêşemê li peravên Kanadayê di 1 metre kup ava deryayê de 1.4 berquerel radyasyon hate dîtin.