Samîr Sabrî Berpirs û damerînerê rêxistina bi navê ‘2nd chance’ ya têkildarî ciwanan xebatan dimeşîne diyar kir ku hinek ji ciwanên ku hêviya wan ji pêşerojê tine û rastî îxaneta civakê hatine, ber bi krîmînalîteyê tên kişandin.
Mûrat Kûseyrî
Stockholm / Anf
duşem, 6 avrêlê 2015, 07:06
Samîr Sabrî Berpirs û damerînerê rêxistina bi navê ‘2nd chance’ ya têkildarî ciwanan xebatan dimeşîne diyar kir ku hinek ji ciwanên ku hêviya wan ji pêşerojê tine û rastî îxaneta civakê hatine, ber bi krîmînalîteyê tên kişandin, hinek jî beşdarî DAIŞ’ê dibin. Sabrî bi lêv kir ku eger tedbîr neyên girtin wê li Swêdê agirekî nû derkeve.
Samîr Sabrî ji 15 saliya xwe ve li Swêdê gelek sûc kiriye û 12 salê jiyana xwe di girtîgehan de derbas kiriye. Piştî di girtîgehê de maye ji krîmînalîteyê dûr sekiniye û ji bo xwe jiyanek nû ava kiriye.
Sabrî ji bo ku ciwanên ku ji civakê hatine qûtkirin û krîmînalîtekirin, dîsa vegerîne jiyanê ketiye nava hewldanan. Bi hewldan û alîkariya Navenda Perwerdehiya Karkeran a Stockholmê (ABF) rêxistineke bi navê ‘2nd chande’ (şexsê duyem) ava kiriye û ji bo vegera bi sedan ciwanî ya li civakê piştgirî daye.
Hem di civînên ku wî rêxistin kirine û hem jî di civînên ku sazî û lijneyê saz kirine de pirgirêkên ciwanan girt dest û polîtîkayên nîjadperest û newekhev yên sazî û lijneyan bi awayekî tund rexne kir. Me bi Sabrî re li ser pirsgirêkên ciwanan yên ku li Swêdê pê re rû bi rû tên, sedemên beşdarbûna wan a DAIŞ’ê gotarek pêk anî.
Hûn dikarin têkildarî xebatên xwe agahiyan bidin?
Ez 6 sal in di bin banê 2nd chance de ji bo ciwanên ku ji civakê qut bûne dixebitim. Piraniya van ciwanan têkiliya wan bi saziyên civakî, dibistan û dê û bavê wan re tine. Ne dixebitin û ne jî diçin dibistanê. Têkildarî pêşerojê de baweriya wan tine. Bê çare û bê hêvî ne. Em armanc dikin ku wan ji kolanê bigirin û vegerînin jiyanê.
Hûn piştgiriya pêwîst ji dewletê digirin?
Mixabin em nagirin. Ji bo piştgiriyê divê em şer bikin. Têkiliya me bi ciwanên me re heye. Em hewl didin alîkariyê bidin wan, lê me yek kronek pere ji dewletê negirt. Em bi ciwanên li Tensta, Rînkeby, Sollentuna û Hasselby re dixebitin. Lê em ne ji şaredariyê û ne jî ji dewletê piştgiriyê digirin.
Hûn dikarin sedemên qûtbûna ciwanan a ji civakê vebêjin?
Gelek sedemên cuda hene. Li malbat, dibistan û derdorên cuda, ji ber nizanin pirsgirêkê çareser bikin, gavê davêjin krîmînalîteyê. Ev pêvajo dikare gelek kurt be. Ciwan di carekê de xwe di nava krîmînalîteyê de dibînin.
Di vekişîna ciwanan a nava krîmînalîteyê de berpirsyariya dewlet û şaredariyê gelek mezin e. Dewlet ji van ciwanan re deriyê xwe digire. Piraniya navendên ku ciwan demên xwe lê derbas dikin, bi hincetên tasarrufkirinê hatin girtin. Ciwanên 17-19 salî li li derve digerin. Cihên ku biçinê tine.
Li Taxa Tensta ev salek û nîve em bi 150 ciwanî re di projeya bi navê ‘Karê Garaj’ de dixebitin. Şaredariyê bêyî hincet biryar da qedandina projeyê. Bi vî awayî têkiliya me ya bi ciwanên hebûn re hat birîn.
Behsa pirsgirêkên ciwanan tê kirin lê li gorî min pirsgirêk ne bi ciwanan re bi sazî û şaredariyan re ye. Nizanin têkiliyek çawa bi ciwanan re deynin. Têkiliyên me bi van ciwanan re heye. Lê mixabin ew di aliyê aborî dinêrin û şaredarî naxwazin ji bo ciwanan razemeniyê bikin. Ev şaşî ne tenê ciwanan bandora neyênî li hemû civakê dike. Hinek şaredarî qaşo projeyan amade dikin. Lê ne wisa demdirêj. Ji bo demek kurt difikirin. Pirsgirêka herî mezin jî ev e. Divê li ser bername û planên mayînde bê xebitandin.
Hûn dikarin behsa encamên vê polîtîkayê bikin?
Yanî dibe ku hema agirek derkeve. Çend sal berê li waroşên Stockholmê agirek derket û li her derê Swêdê belav bû. Rayedarên şaredariyê ji vê re zemîn ava kirin. Ji wan ders dernexistin. Em komeleya ku bi ciwanan re dixebitin hewl didin ku agirekî nû dernekeve. Lê sazî û çapemenî behsa hewldana me nakin. Wek li Husby bû, piştî agir mezin dibe ji bo em temirînin serî li me didin.
Ji qezenckirina van ciwanan hûn çi dikin?
Ciwan pir hêsan tiryakê dibînin. Piranî difikirin ku bikaranîna esrarê ne xetere ye. Dibêjin cureyek cigareyê ye û dema dikişînin xwe baş hîs dikin. Lê xetereyê nizanin. Tiştên ku pê re rû bi rû bimînin nizanin. Ez vê de dikevim dewrê û ji jiyana xwe mînakan didim wan. Ez ji wan re dibêjim ku tiştên ku min jiyan ji jiyana wan ne cudatir e. Hinek ciwan vê piştguh dikin û hinek jî vê fêm dikin û dersan jê derdixin.
Di salên dawî de ji Swêdê ciwan beşdarî cîhadîstan dibin, hûn çawa dinirxînin?
Çend ciwanên ez ji taxa Rîknkeby û Tensta nas dikim beşdarî cîhadîstan bûn. Ev ciwan Swêdê terk dikin û diçin welatekî nas nakin, şer dikin. Piranî ciwanên çûne wir hêviya xwe ya der barê pêşerojê de winda kirine. Baweriya wan a bi malbat û rayedaran têk çûye, wisa difikirin ku rastî îxanetê hatine. Bertekên wan ên tund li dijî civakê hene.
Ger bi ciwanên di vê rewşê de ne re eleqeder nebin wê 4-5 salên din kaos derkeve. Divê ciwanên me bên sekinandin. Lê divê sedemên vê jî bên lêkolînkirin. Ciwanên wir wisa difikirin ku bi kesên vir re li hev nakin, bi yên Iraq û Sûriyeyê re li hev dikin. Dixwazin beşdarî van koman bibin û xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ji bo vê beşdarî cîhadîstan dibin. Polîs û sazî vê xetereyê ferq nakin.
Ji pêşîgirtina beşdarbûna ciwanan hûn çi dikin?
Em ji wan re rastiyan vedibêjin û hewl didin wan îqna bikin. Lê ligel vê ger bixwazin biçin em ji sazî û polîsan re nabêjin. Ger em vê bikin baweriya wan a bi me diqede. Em wek heval, dost nêz dibin.
Peywirên dikeve ser milê polîs û saziyan çi ne?
Têkiliyên me yên nêz bi ciwanan re hene. Yên dewletê jî derfetên wan. Dewlet bi hevkariya me xwe dikarin bigihînin van ciwanan û têkiliyê deynin. Divê komeleyên penaber û şaredarî bi lijneyên ciwanan re bikevin nava hevkariyê.
Rêxistina Îstîxbarata Swêdê diyar dike ku 300 ciwan beşdarî cîhadîstan bûne. Lê hejmara rast zêdetir e. Dema ciwan beşdarî cîhadîstan dibin, ew li ser maseyan projeyan amade dikin û dibêjin qey wê bi vê çûyîna ciwanan asteng bikin. Nafikirin van ciwanan bi civakê bidin qezenckirin. Demên buhrî ciwan beşdarî cîhadîstan dibûn û wan temaşe kir. Dema beşek vegeriyan ew ketin nav tirsê. Ji çalakiyên wan ditirsin.
Hûn pêşniyara krîmînalîzekirina ciwanên beşdarî cîhadîstan bûne çawa dinirxînin?
Ez vê bi giştî şaş dibînim. Ev çareseriyek hêsan e. Ev ciwan ger diçin wir wê demê şaşiyek heye, divê sazî berpirsyariyê bigirin ser xwe. Berpirs dewlet e. Divê dewlet ji bo ev ciwan neçin wir razemeniyan bikin. Feydeya krîmînalîzekirinê tine.