Krîza Yemenê: Erebîstana Siûdî ji Pakîstanê alîkarî xwest
Hûsiyên Yemenê dan zanîn ku ger koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bombebaranê rawestînin ew amade ne bi wan re ji bo mûzakereyan li dora mase rûnin.
Hûsiyên Yemenê dan zanîn ku ger koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bombebaranê rawestînin ew amade ne bi wan re ji bo mûzakereyan li dora mase rûnin.
Hûsiyên Yemenê dan zanîn ku ger koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bombebaranê rawestînin ew amade ne bi wan re ji bo mûzakereyan li dora mase rûnin.
Berpirsê Buroya Siyasî ya Tevgera Hûsiyên Şiî Ensarullah Sal Es-Samed got: “Em dilsozên helwesta xwe ya ji bo pêwîstiya dîyalogan in. Li gel êrîşên li welêt çêdibin jî em daxwaza diyagolê dikin.”
Es-Samed got: “Em bang dikin ku ji bo bidawîkirina êrîşan û ji bo hevdîtineke dîrokî li dora mase rûnin” û da zanîn ku ew ne xwedî helwesteke êrîşkar in û xwest hêzên navneteweyî ji bo hevdîtinan çavdêriyê bikin.
Beriya demekê Es-Samed ji ajansa Ria Novosti ya Rûsan re axivî û diyaloga bi Serokdewletê Abd Rabbo Mansur Hadi yê qada navneteweyî de fermî ye re red kiribû. Hadi roja 26’ê Adarê reviyabû Erebîstana Siûdî.
Ji şêwirmedên Hadi Ahmed Awad bin Mubarek ragihand ku heta Hûsî çekan nedeynin serokdewlet bi wan re hevdîtinê nake.
Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî roja 26’ê Adarê dest bi êrîşên hewayî yên li hemberî baregeh û hedefên Hûsiyan kiribûn.
Erebîstana Siûdî ji bo desteka hêza leşkerî ya li dijî Hûsiyan ji Pakîstanê xwest ku bi leşker û balafirên xwe ve tevlî koalîsyonê bibin.
Wezîrê Parastinê yê Yemenê Hawaja Asif da zanîn ku heta niha jî ti biryar nedane û got ku ew zêdetir girîngiyê didin ser çareseriyeka aştiyane û siyasî.
Îranê jî nerazîbûn nîşanî Koalîsyona Ereb da û wê roja Çarşemê Wezîrê Derve Muhammed Cewad Zarîf bişînin Îslamabadê. Rojeva her du welatan jî krîza Yemenê ye.
Serokdewletê Misira di Koalîsyonê de cih digire Ebdul Fetehe el Sîsî jî diyar kir ku armanca wan a sereke parastina Tengava Babul Mendep û Deryasor e.
Tengava Babul Mendeb a li bajarê Taiz ê Yemenê Nîvgirava Ereban û Afrîkayê ji hev qut dike. Ji bo bazirganiya cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ev tengav ji bo Misir, Îsraîl, DYA û Fransayê jî xwedî cihekî stratejîk e.