Di navbera DYA û Komara Çek de krîza Rûsyayê

Di pêkanînên Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li hemberî Rûsyayê de, yekem derizîna cidî xwe da der.

Di pêkanînên Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li hemberî Rûsyayê de, yekem derizîna cidî xwe da der. Serokkomarê Komara Çek, Mîlos Zeman di 9’ê Gulanê de ji bo beşdarî pîrozbahiyên serkeftina duyemîn şerê cîhanê bibe diçe Moskovê û vê jî têkiliyên bi DAY’yê re hejand.

Sefîrê Prag yê DYA’yê Andrew Schapîroz têkildarî beşdarbûna Mîlon Zeman a merasîma li Moskovê de daxuyaniyek da û gotibû ‘ti tehma vê serdanê tune.’

Li hember vê daxuyaniya sefîrê DYA’yê, berteka serokkomarê Komara Çekê, Zeman, gelek giran bû.  Zeman da zanîn ku ew destur nade ku ti sefîrek têkildarî gera wî de biaxive û têkildarî dîplomatên DYA’yê de qedexe anîn.  Zeman ji malpera nûçeyan a Parlamentnîlîsty de axivî û îlan kir ku ew ketina dîplomatên DYA’yê ya Qesra Serokkomariya Çekê qedexe dike.

Li dijî vê daxuyaniya Mîlos Zeman ji seferatxaneya DYA’yê şîroveyek nehat kirin û serokê Parlamentoya Çek Jan Hamaneck, qebûl kir ku daxuyaniya Zeman ‘bê hevsenge.’

Îsal piranî dewletên Ewropayê, erênî, li pîrozbahiyên 70. Serkeftina Artêşa Sor ya li dijî Elmanya Nazî a di Duyemîn Şerê Cîhanê, nanêre. Ji ber krîza Ukraynayê welatên YE’yê li dijî Rûsyayê gelek pêkanîn xist dewrê û gelek nûnerên welatan gotin wê beşdarî pîrozbahiyên Moskovê nebin.

Serokkomarê Çekê Mîlos Zeman gotibû ku beşdarbûna pîrozbahiyên Moskovê berpirsyariya li dijî dîrokê ye.