Belavbûna Ebola kêm dibe

Di têkoşîna li hemberî şewba Ebola ya zêdeyî saleke li Rojavayê Afrîkayê bi bandor e, agahiyên xweşbîn tê. Hejmara mirovên di hefteya bihurî de bi nexweşiyê ketin, di asta herî kêm a sala dawî de ye.

Di têkoşîna li hemberî şewba Ebola ya zêdeyî saleke li Rojavayê Afrîkayê bi bandor e, agahiyên xweşbîn tê. Hejmara mirovên di hefteya bihurî de bi nexweşiyê ketin, di asta herî kêm a sala dawî de ye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser bîlançoya daneyên hefteya dawî ya heta 5'ê Nîsanê yên li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê, weşand. Li gorî vê yekê li Lîberyayê nexweşê nû nehat tespîtkirin, li Gîneyê 21, li Sîerra Leone jî 9 nexweşên nû hatin diyarkirin.

li gorî bîlançoya WHO, di nava hefteyekê de 30 nexweşên nû yên Ebola hatin tespîtkirin. Ev yek hejmara herî kêm a ji Adara 2014'an û vir ve ye. Di bîlançoya hat weşandin de hat ragihandin ku kêmbûna nexweşên Ebola ev sê hefte ne dewam dike.

Li gorî bîlançoya WHO, hejmara gitşî ya mirovên bi vîrûsa Ebola ketine gihaştiye 25 hezar 515 kesan. Ji van 10 hezar 572 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Vîrûsa ku yekemcar di sala 1976'an de hat tespîtkirin, heta roja îro rê li ber mirina bi hezaran kesî vekiriye. Hînê tedawiyeke berbiçav a vîrûsê nîne û vîrûsa ku hînê dewam dike, weke yek ji şewba herî kujer tê pênasekirin.