Li Yemenê ku di bin êrîşeke zêde ya hêzên koalîsyona Ereban a Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike de ye, rewşa mirovî her diçe giran dibe. NY a ji bo nirxandina rewşê wê bicive, xwest “Navbera Mirovî” bê dayîn.
Êrişên bi kampanyaya leşkerî ya serkêşiya wê Siûdî Erebîstan dike, ji 26’ê Adarê ve didomin. Di şerê bi ketina Hûsiyan a bajarê Adenê re destpê kir heta niha 185 kesan jiyana xwe ji dest daye, 1282 kes birîndar bûne. Wezîrê Parastinê yê Yemenê El Kadir Lasuar, got ji sedî 75 mirî û birîndar sivîl in.
Wezîrê Parastinê bang li rêxistinên navneteweyî û welatên korfezê kir ku alîkariya lezgîn ji nexweşxaneyên Adenê re bişînin.
Wezîr got, “Stokên dermanan qediyan, nexweşxane mudaxeleyî sivîlan nakin.”
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên alîkariya mirovî ji ber şer û pevçûnên li Yemenê ji rewşa sivîlan bi fikar in. Konseya Ewlekariyê ya NY wê îro kom bibe û pêşniyara Rûsya ya “Ji ber sedemên mirovî navberê bidin şer” bigirin dest.