Polonya ji bo Rûsyayê bişopîne kuleyan ava dike
Bi krîza Ukraynayê re têkiliyên Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsyayê aloz dibin. Polonyaya ku bi Rûsyayê re têkiliyên wê yên aloz hene, diyar kir ku wê Kalînîngrad a sînorê wê bi Polonyayê re heye bişopîne.
Bi krîza Ukraynayê re têkiliyên Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsyayê aloz dibin. Polonyaya ku bi Rûsyayê re têkiliyên wê yên aloz hene, diyar kir ku wê Kalînîngrad a sînorê wê bi Polonyayê re heye bişopîne.
Bi krîza Ukraynayê re têkiliyên Yekîtiya Ewropa û (YE) û Rûsyayê aloz dibin. Polonyaya ku bi Rûsyayê re têkiliyên wê yên aloz hene, diyar kir ku wê Kalînîngrad a sînorê wê bi Polonyayê re heye bişopîne.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan PAP a televîzyona BBC’ê, hikûmeta Polonyayê wê li sînorê Rûsyayê ya 200 kîlometreyî kuleyên mezin ên şopandinê ava bike. Bilindahiya kuleyan wê 50 metre be.
Li gorî nûçeyê kuleyên ku wê bajarê Kalînîngrad a ji xaka esas a Rûsyayê cuda ye, dorpêç bike, herî kêm wê 6 kule bên avakirin. Lêçûna kuleyên şopandinê 3.5 mîlyon dolare û ji sedî 75 wê ji fona ewlehiya sînor a YE’yê pêk bê.
Projeya Polonyayê ya armanc dike xaka Rûsyayê bişopîne, piştî biryara Rûsyayê ya wê li Kalînîngradê fuzeyên menzî dirêj a tîpa Iskander bicih bikin, hat. Rûsyayê di mehên buhrî de diyar kir ku di çarçoveya tatbîkatek leşkerî de li herêmê fuze bicih kiriye.
Bajarê Kalînîngrad ne girêdayî xaka Rûsyayê ye û li dora wê welatên Polonya û Lîtvanya û welatên YE û NATO’yê hene. Sala buhrî 3.3 mîlyon welatiyên Rûs û 3.2 mîlyon Polonyayî, di sînorê navbera Kalînîngrad û Polonyayê de derbas bibûn.
Piştî krîza Ukranyayê têkiliyên Rûsya û YE’yê aloz bibûn. Welatên YE, DYA û NATO’yê diyar kirin ku Rûsya alîkariyê didin komên leşkeran ên Rûs ên li rojhilatê Ukraynayê serdest in û îdîa dikin ku ew ligel hewldanên serbixwebûnê ne.