Li Ûkraynayê binpêkirina agirbestê: 2 mirî, 2 birîndar

Artêşa Ûkraynayê, tevî Peymana Mînsk a di 12'ê Sibatê de hat morkirin jî, hêzên mîlîs ên Donbassê hedef digire.

Artêşa Ûkraynayê, tevî Peymana Mînsk a di 12'ê Sibatê de hat morkirin jî, hêzên mîlîs ên Donbassê hedef digire.

Rayedarê Wezareta Parastinê ya Donetskê Edûard Basûrîn diyar kir ku artêşa Ûkraynayê di nava 24 saetên dawî de 16 caran agirbest binpê kiriye. Basûrîn da xuyakirin ku di encama êrîşan de 2 mîlîsên wan jiyana xwe ji dest dane, 2 mîlîs jî birîndar bûne.

Rayedarê Donetskî ragihand ku artêşa Ûkrayanyê li Balafirgeha Donetskê, bajarokên Gorlovka, Spartak, Şîrokîno û Telmanovo agirbest binpê kiriye.

Li rojhilatê Ûkraynayê di meha Sibatê de agirbest hatibû îlankirin. Lê belê di navbera her du aliyan de cih bi cih pevçûn diqewimin. Rêveberiya Kîevê û mîlîs, ji binpêkirina agirbestê hev du tawanbar dikin.