Li Katalonyayê operasyona li dijî DAIŞ’ê: 10 binçavî

Li Katalonyaya ku herêmeke berfireh a xweser a li rojhilatê Spanyayê ye, li hemberî hin şebekeyên oldarên radîkal operasyon hate lidarxistin û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin.

Li Katalonyaya ku herêmeke berfireh a xweser a li rojhilatê Spanyayê ye, li hemberî hin şebekeyên oldarên radîkal operasyon hate lidarxistin û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin.

Binçavkirin û serdegirtin li herêmên Barselona û Tarragonê yên Katalonyayê pêk hatin. Kesên hatin binaçvkirin tê diyarkirin ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê yên ku li dijî mirovahiyê sûc dikin û wehşetê dikin.

Şêwirmendê Wezareta Navxweyî ya Katalonyayê Ramon Espadaler daxuyaniyek da radyoya Rac1 û diyar kir ku têkiliya van kesan bi kesên meha kanûnê li ser sînorê Tirkiye û Bûlgarîstanê hatine girtin re hene.

Van mehên dawiyê li Spanyayê gelek operasyon li dijî şebekeyên ku hewl didin endaman ji DAIŞ’ê re bişînin hatin lidarxistin. Ev operasyon bi taybet li herêmên Melilla û Ceuta yên li ser sînorê Ewropa û Efrîkayê ne, hatin lidarxistin.

Roja 1’ê nîsanê, li herêma Katalonya ji na Fasî xwestibû zarokên xwe yên cêwî yên 16 salî bişîne Sûriyeyê, hatibû girtin. Zarokek vê jinê sala par li Sûriyeyê hatibû kuştin.

Li gorî rayedarên Spanî ji Spanyayê nêzî 100 kes tevlî komên radîkal ên li Iraq û Sûriyeyê bûne.