Gelê Rûsya li ser lîderê mûxalîf digirî
Gelê Rûsya, di 40. rojiya mirina Alîkarê Serokwezîr û lîderê mûxalîf Borîs Nemtsoz ê 55 salî, ku li cihekî nêzî Kremlînê di 27'ê Sibatê de hat qetilkirin, pira lê hat kuştin bi gulan xemiland.
Gelê Rûsya, di 40. rojiya mirina Alîkarê Serokwezîr û lîderê mûxalîf Borîs Nemtsoz ê 55 salî, ku li cihekî nêzî Kremlînê di 27'ê Sibatê de hat qetilkirin, pira lê hat kuştin bi gulan xemiland.
Gelê Rûsya, di 40. rojiya mirina Alîkarê Serokwezîr û lîderê mûxalîf Borîs Nemtsov ê 55 salî, ku li cihekî nêzî Kremlînê di 27'ê Sibatê de hat qetilkirin, pira lê hat kuştin bi gulan xemiland.
Welatiyên Rûs duh heta derengiya şevê çûn serdana pirê û Nemtsov bibîr anîn. Polîsê Moswkoê jî li dora pirê tedbîrên tund ên ewlekariyê girt.
Nemtsov ku dema vedigeriya mala xwe rastî êrîşê hat, Li Novgorod a Jêrîn bi wezîfeya walîtiyê re dest bi kariyera xwe ya siyasî kiribû, di dawiya saleên 1990'î de di Serokdewletiya Borîs Yeltsîn de ji Serokwezîre re bûbû alîkar.
Di vê navberê de hat gotin ku ji bersûcên bi îdîaya kuştina Nemtsov hatin girtin Zaûr Dadayev di 1'ê Nîsanê de li sûcê xwe mukur hatiye . Dadayev di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de li cînayetê mukur hatibû, lê li dadgehê sûc red kiribû.
6 kesên ku ji ber kuştina Nemtsov tên dariandin, li girtîgehê tên ragirtin.