Heyeta Rojava li Moskowa ye
Ji bo duyemîn tûra civînên Moskowa yên bi însiyatîfa Rûsya tên lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û heyeta pê re gihiştin Moskowa.
Ji bo duyemîn tûra civînên Moskowa yên bi însiyatîfa Rûsya tên lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û heyeta pê re gihiştin Moskowa.
Ji bo duyemîn tûra civînên Moskowa yên bi însiyatîfa Rûsya tên lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û heyeta pê re gihiştin Moskowa. Muslim diyar kir ku bi fikrên êrênî hatine civînê û wê nûnertiya gelên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin bikin.
Duyemîn civînên Moskowa yên bi armanca bi dawîkirina şerê li Sûriyeyê tên lidarxistin, wê pêk bê. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê ji bo tevlî civînê bibe hat Moskowa, tevlî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Muslim got ku vê carê jî bi fikrên erênî hatine civînê, lê bi awayekî giştî têkildarî tevlîbûnê hê agahiyek negihiştiye wan.
Muslim anî ziman ku ji kantonên Rojava diviyabû 6 nûner bên, lê belê yek ji wan ji ber pirsgirêka vîzeyê nikarîbû bê. Muslim diyar kir ku ji PYD’ê 2 nûner, yek Ereb, yek Asûrî û yek jê Kurd wê bi 3 nûnerên kantonan, nûnertiya gelên li hember DAIŞ’ê li ber xwe didin bikin.
Li bilî Salih Muslim, di heyeta Kurdan de nûnerê Fransa yê PYD’ê Dr. Xalit Îsa, Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Ossî, Wezîrê Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Sanharib Barson û Serokê Konseya Xurek û Lojîstîkê ya girêdayî Wezareta Aboriyê ya Kantona Cizîrê Fener El-Kihêt hene.
Her wiha hat hînbûn ku ji rêveberiya Sûriyeyê heyeteke fermî ji bo tevlî civîna Rûsya ya wê bi komên Sûriyeyê re pêk bê hatine Moskowa. Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Îranê, tê payîn ku heyeta rêveberiya Sûriyeyê, roja Çarşemê bi nûnerên muxalefetê re li Moskowa bê gel hev.
Hat ragihandin ku ji serokên muxalefeta hundir a Sûriyeyê Loî Huseyin jî cara yekemîm wê tevlî civîna Sûriyeyê ya li Moskowa bibe. Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, diyar kir ku faktora herî girîng a ji bo tevlîbûna civîna Moskowa, ev e ku têkildarî teqwîma xebatê çarçoveya diyalogê û mekanîzmayê diyar bike .
Koalîsyona derveyî welêt a komên muxalif ên Sûriyeyê ava kirine, diyar kir ku wê tevlî duyemîn tûra hevdîtinên li Moskowa nebe.
Civînên Moskowa wê îro destpê bikin, 9’ê Nîsanê bi dawî bibin. Çavlirê ye Wezareta Karên Derve ya Rûsya der barê civînê de daxuyaniyeke çapemeniyê bide.