Rûsya hebûna xwe ya li Cemsera Bakur xurt dike
Cemsera Bakur ku ji aliyê hiqûqa deryayê ya navneteweyî ve ne ya ti welatî ye, Rûsya hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê xurt dike.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Rûs ku agahiyên xwe dispêre general Kîrîl Makarov, Rûsyayê li Cemsera Bakur sîstema parastina fuze ya bi tîpa Pantsîr, bicih kir. Di nûçeyan de hat gotin, "sîstema fuzeyê ji bo parastina eniya bakur hatiye bicihkirin'. Hat ragihandin ku wê balafirên şer ên bi tîma MîG-31 jî ji herêmê re werin şandin.
Li gorî medya Rûs her wiha Rûsya dixwaze sîstema hişyariya lezgîn li Girava Novaya Semlya bicih bike.
Berdevkê artêşê Vadîm Serga ji ajansa nûçeyan a Tass re peyivî û anî ziman ku ji bo baregeha deryayî ya li giravên komî yên bi navê Xaka Franz Josefê were avakirin, alavên pêwîst duh hatine şandin.
Di binê vê liv û tevgera aktîvîteyên Rûsya yên li Cemsera Bakur de, daxwazên maf ên li ser herêmê hene. Rûsya ku li hemberî welatên weke Norwêc, Kanada, DYA û Danîmarka yên sînorê xwe bi Cemsera Bakur re hene li ber xwe dide, bi helîna cemedê re dixwaze xwe bigihîne dewlemendiyên binê erdê yên li vê herêmê.
Tê texmînkirin ku li Cemsera Bakur tevî bi mîlyaran metrekup gaza xwezayî, bi mîlyonan ton petrol heye.