Yewnanîstan: Divê Elmanya 278 mîlyar Euro tazmînata şer bide

Hikûmeta Yewnanîstanê ku li hemberî welatên Yekîtiya Ewropa (YE) yên bi pêşengiya Elmanyayê têkoşîneke cidî dimeşîne, asta zerar di Duyemîn Şerê Cîhanê de li Yewnanîstanê bûye, derxist holê.

Hikûmeta Yewnanîstanê ku li hemberî welatên Yekîtiya Ewropa (YE) yên bi pêşengiya Elmanyayê têkoşîneke cidî dimeşîne, asta zerar di Duyemîn Şerê Cîhanê de li Yewnanîstanê bûye, derxist holê. Li gorî hesabên Wezareta Maliyeyê, destnîşan kir ku ji bo tazmîna zerara Elmanyayê daye welatê wan divê 278 Mîlyar Euro Elmanya bide Yewnanîstanê.

Hikûmeta Yewnanîstan ku bi YE, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û xwediyên deynan ên din re li ser dayîna krediyê muzakereyê dike, zerarên Duyemîn Şerê Cîhanê ku qet bi xweşiya Elmanyayê naçe, zelal kir. Li gorî hesabên Wezareta Maliyeyê ku di encama lêkolînkirina 50 hezar belgeyî de hatin kirin, ji bo dayîna zerarên Elmanya Nazî li Yewnanîstanê kir, divê 287,7 mîlyar Euro tazmînat were dayîn.

Alîkarê Wezîrê Maliyeyê Dîmîtrîs Madras agahî da Meclîsa Yewnanîstanê û anî ziman ku qîmetê deynê ku di dema dagirkeriya Naziyan de bi zorê hatiye stendin, 10,3 mîlyar Euro ye. Madras diyar kir ku ji ber zerara li binesaziya welêt û tazmînatên ji ber dagirkeriyê divê 268 mîlyar Euro ji gelê Yewnan re bê dayîn.

Madras ragihand ku pisporên wezaretê 'xebateke gelekî baş' meşandine û destnîşan kir ku belgeyên hatine lêkolînkirin ew dikarin ji 'her derdora bixwaze' re bişînin.

Hikûmeta Yewnanîstanê heta roja îro gelek caran ji bo tazmînkirina zerarên di Duyemîn Şerê Cîhanê de anîbû rojevê, lê belê hejmareke zelal nedabû.

Elmanya jî, dayîna tazmînatên qismî yên piştî dema şer ji Yewnanîstanê re hincet nîşan dide û dayîna tazmînateke din, red dike.