Li derya di navbera Lîbya û Sîcîlya de bi sedan penaber hatin rizgarkirin

Bi zêdebûna pevçûnên li Lîbyayê re, koça mirovên ji vî welatî ber bi Ewropayê jî zêde bû. Bi sedan penaberên li peravên Îtalyayê bêçare man, ji aliyê keştiyeke leşkerî ya Îzlanda ve hatin rizgarkirin.

Bi zêdebûna pevçûnên li Lîbyayê re, koça mirovên ji vî welatî ber bi Ewropayê jî zêde bû. Bi sedan penaberên li peravên Îtalyayê bêçare man, ji aliyê keştiyeke leşkerî ya Îzlanda ve hatin rizgarkirin.

Li gorî nûçeyên medya Îtalyayê, 318 penaberên li derya di navbera Lîbya û girava Sîcîlya de hatin dîtin, ji aliyê keştiya Landhelgisgaeslan a artêşa Îzlanda ve hat rizgarkirin. Hat ragihandin ku keştî bi penaberên rizgarkirî re, duh danê êvarê li bendera Pozzallo ya Sîcîlyayê sekinî ye.

Hat ragihandin ku di nava penaberên hatine rizgarkirin de 5 jinên ducanî, herî kêm 14 zarok hene û jinên ducanî rakirine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, penaber tevî Sûdan, Gana, Fas, Malî û Morîtanyayê ji 13 welatên cuda hatine. Her wiha polîsê Îtalyayê nasnameya 8 kesên ku tê texmînkirina qaçaxçiyên mirovan e, lêkolîn dikin.

Bi zêdebûna pevçûnên li Lîbyayê re, koça mirovên ji vî welatî ber bi Ewropayê jî zêde bû. Ji bo xwegihandina welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hejmara koçberên di salên dawî de di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê dibin, zêde bûye. Bi tenê par li gorî hejmarên fermî 170 hezar penaber xwe gihandine peravên Îtalyayê. Lê belê, bi mirovên bi qaçaxî derbasbûne re tê texmînkirin ku ev hejmar gelekî zêdetir e. Di sala 2014'an de zêdeyî 3 hezar kes li Derya Spî jiyana xwe ji dest dabûn.