Li Donetskê du rojnamevan hatin kuştin

Li nêzî Balafirgeha Donetsk a li rojhliatê Ûkraynayê, ji ber topeke hawanê ya li wesayîta wan ket du rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Li nêzî Balafirgeha Donetsk a li rojhliatê Ûkraynayê, ji ber topeke hawanê ya li wesayîta wan ket du rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Milîsekî Donetskî yê ji Spûtnîkê re axivî lê nexwest navê xwe aşkera bike got, "Wesayîta du rojnamevanên herêmî tê de bûn, bi topa hawanê hat rûxandin. Aliyê Ûkrayna timî êrîş dike. Ji ber vê yekê em nikarin biçin û cesedên xwe werbigirin. Em nizanin ka rojnamevanên hatin kuştin, li ser kîjan nûçeyê dixebitîn."

Rayedarekî din ji ajansa nûçeyan a Donetskê re peyivî û anî ziman ku êrîşa bûye sedema mirina rojnamevanan, ji aliyê artêşa Ûkraynayê ve hatiye kirin. Di daxuyaniya artêşa Ûkraynayê ya ji bo çapemeniya herêmî de hat gotin, "Li herêmê fîşekek bi tenê nehatiye teqandin."

Rayedarekî ku nexwest navxwe aşkera bike ji ajansa Înterfaxê re axivî û diyar kir ku ji rojnamevanên di wesayîtê de yek miriye, yê din topa hawanê dîtiye û xwe ji camê avêtiye derve.

Wezareta Parastinê ya Komara Gel a Donetskê ku bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji rêveberiya Kîevê ragihand da zanîn ku der heqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.