Hîndistan bi dehan balafirên Rafale dikire
Piştî Misrê Hîndîstan jî ji Fransayê bi dehan balafirên şer ên Rafale dikire. Muzakereyên têkildarî 126 balafirên Rafale yên ku parçeyên wê li Hîndîstanê bînin cem hev, didome.
Piştî Misrê Hîndîstan jî ji Fransayê bi dehan balafirên şer ên Rafale dikire. Muzakereyên têkildarî 126 balafirên Rafale yên ku parçeyên wê li Hîndîstanê bînin cem hev, didome.
Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modî ku li Parîsê serdanên fermî pêk anîn, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokkomar Françoîs Hollande re, têkildarî lihevkirinên leşkerî agahî da. Li gorî vê di çorçoveya polîtîkaya xurtkirina hêzên Hewayî yên Hîndistanê de di gava yekem de wê 36 balafirên Rafael bên kirîn.
Modî di daxuyaniya xwe ya li Qesra Elysee got ku ji Serokkomar Hollande daxwaza 36 balafirên Rafale kiriye.
Bi firotina 36 balafirên ji bo Hîndistanê re ev wê peymana duyemîn a herî mezin a firotinê ya şîrketa Dassault Avîatîon, îmze dike. Di mehên buhrî de Misirê ji bo kirîna 24 balafirên Rafale bi Fransayê re li hev kiribû.