Li Taywanê ziwatî: Ji mîlyonek malî re wê bi karneyê av were dayîn

Li Taywanê, ji ber girantirîn ziwatiya salên dawî, wê ji mîlyonek malî re bi karneyê av were dayîn.

Li Taywanê, ji ber girantirîn ziwatiya salên dawî, wê ji mîlyonek malî re bi karneyê av were dayîn.

Li bajarên bakurê welêt, wê bi awayekî dorveger heftê du rojan av were qutkirin. Belavkirina avê jî wê li gorî karneyê bê kirin. Hat ragihandin ku bajarên av bi karneyê lê werin belavkirin jî New Taîpeî Cîty, Taoyûan Cîty û Hsînchû yên li bakurê welêt in.

Sedema herî girîng a ziwatiya li Taywanê, barîna kêm a baranê di mehên payîz û zivistanê de, ye.

Rêjeya barana par bariya, rêjeya herî kêm a ji sala 1947'an û vir ve ye. Hikûmetê hişyarî da ku di mehên pêş de wê baran nebare û xwest av bi baldarî were bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, rêjeya dagirtîbûna rezervên Shîhmen ji sedî 25.56 e.

Li Taywanê ji ber kêmasiya şebekeyên belavkirina bavê, her sal bi mîlyonan ton av, tê îsrafkirin.

Her wiha îdareya avê ya ser bi hikûmet û dewletê, bi negirtina tedbîrê pêwîst ên beriya ziwatiyê tên rexnekirin.