Li Lozanê li dijî qirkirina Ermeniyan konferans

Gel wê di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de li Lozanê di konferansekê de bên cem hev. Endamê Konseya Neteweyî ya Rojavayê Ermenîstanê Daronyan diyar kir ku ji ber pêvajoya rûbirûhatinê nehat jiyîn li Rojhilata Navîn komkujî didomin.

Gel wê di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de li Lozanê di konferansekê de bên cem hev.  Endamê Konseya Neteweyî ya Rojavayê Ermenîstanê Daronyan diyar kir ku ji ber pêvajoya rûbirûhatinê nehat jiyîn li Rojhilata Navîn komkujî didomin. Daronyan bi lêv kir ku ji bo înkara sedsalî bi dawî be û daxwaza edaletê wê bên cem hev û xwest Tirkiye lêborînê bixwaze.

Li bajarê Lozan a Swîsreyê bi munasebeta 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan, bi pêşengiya Solîdarîte, Partiya Karkeran (POP) û tevgerên çep konferansek pêk tê. Konferans wê di 11’ê Nîsanê de pêk bê û Serokê Konseya Neteweyî ya Rojavayê Ermenîstanê Armenag Aprahamîan, helbestkar-nivîskar Anjel Dîkme û rojnameger-nivîskar Nevzat Onaran beşdar bibin.

Konferansa wê bi piştgiriya rêxistinên Kurdistan, Tirkiye û Swêdê pêk bê, ji her aliyê kes wê beşdar bibin û  qirkirina ku ev 100 sal e ji hişan nayê paqijkirin wê bê nîqaşkirin, wê bê xwestin Tirkiye lêborînê bixwaze.

DIVÊ TIRKIYE LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Endamê Konseya Neteweyî ya Ermenîstanê Sîmon Daronyan bilêv kir ku qirkirina Ermeniyan ji 24’ê Nîsana 1915’an de destpê kiriye, neqediyaye, qirkirin hê teze ye û got: “Tirkiye tevî ku sed sal di ser de derbas bûye jî ti gav navêtiye û divê êdî bi qirkirinê re rû bi rû bê. Divê belgeyên têkildarî qirkirinê de bên derxistin û çend sal jî derbas bibe wê lêgerîna me bidome.”

Daronyan got: “Ne kesên ku me winda kirin û ne jî mîrateyên men yên çandî şûnde hatin. Zîhniyeta ku qirkirin pêk anîn, îro qebûl nake û ji aliyekî ve jî qirkirinê didomîne. Divê Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû bê û lêborînê bixwaze. Ji ber ku bi qirkirinan re rû bi rû nayên îro komkujiyên li ser Kurdan, Elewiyan û  Êzidiyan didomin.”

DIVÊ GOTINA HER KESÎ HEBE

Daronyan têkildarî konferansa wê di 11’ê Nîsanê de li Lozanê pêk bê de jî got: “Em ê roja Şemiyê saet di navbera 14.00 û 17.00’an de li Salona Lozan Gar konferansê pêk bînin. Gelek kes û her wiha sazî û desteyên Tirkiye, Kurd û Swêdê wê beşdar bibin. Wê qirkirinan nîqaş bikin.”

Daronyan banga beşdarbûna konferansê kir û got ku divê gotina her kesî ya li dijî înkarkirina qirkirina sed salî hebe.