Li dij ziwatiyê teknîka parzûnkirin ava behrê!
Li eyaleta herî mezin a DYA’yê Kalîforniyayê ziwatî, gihiştiye asteke ku fikaran zêde dike û niha tê nîqaşkirin bi parzûnkirina ava okyanusê wê hewcedariya vê bê pêşwazîkirin.
Li eyaleta herî mezin a DYA’yê Kalîforniyayê ziwatî, gihiştiye asteke ku fikaran zêde dike û niha tê nîqaşkirin bi parzûnkirina ava okyanusê wê hewcedariya vê bê pêşwazîkirin.
Li eyaleta herî mezin a DYA’yê Kalîforniyayê ziwatî, gihiştiye asteke ku fikaran zêde dike û niha tê nîqaşkirinbi parzûnkirina ava okyanusê wê hewcedariya vê bê pêşwazîkirin. Lê li dijî vê rêbaza buha û rê li ber zerara derdorê vedike, bêbiyarbûnek heye.
Li Kalîforniyayê di hefteyê dawî de bi zêdebûna ziwatiyê re fikar zêde dibin. Ziwatiya ku berê dihat fikirîn wê derbas bibe, berevajî vê derket.
Ji bo hewcedariya avê li hinek bajar û komunan wê ava okyanusan bê parzûnkirin. Şaredariya Santa Barbara ya ku ziwatî lê zêde ye, berê tesîsa parzûnkirinê bi hinceta ku bihaye, girtibû lê niha dîsa vedike û San Dîego jî tesîsa parzûnkirinê ya herî mezin tê avakirin.
BUHAYÊ WÊ JI SEDÎ 80 ZÊDETIR E
Li San Dîego projeya bi navê Carlsbad Desalination Project wê mîlyar dolarek lê biçe, rojane wê 200 mîlyon lître ava behrê parzun bike û ava vexwarinê hilberîne. Bi tesîsa nû re wê hewcedariya ava kantona San Dîego ya 3.2 mîlyonî ji sedî 7 çareser bike.
Zirara rêbaza parzûnkirina avê ya li derdorê jî bi nîqaşe. Ji bo lîtreyek ava vexwarinê bê bidestxistin divê di 2 lître ava behrê bê parzûnkirin û serî metrekupî jî 1.600 dolare.
Ji bo ava behrê ya ji metrekupek xwê bê parzûnkirin jî hewcedarî bi 2.8 kîlovat saet enerjî heye.
ZERARÊ DIDE DERDORÊ
Her çiqas ev rêbaz wek alternatîf bê dîtin jî têkildarî ku wê zerarê bide derdorê, fikar hene. Li gorî endamê hîndkariya zanîngeha University of California Henry Vaux, bi kişandina ava okyanusê re wê bi mîlyonan hêkên masiyan û zindiyên din derkevin derve. Bi vî awayî jî wê bi mîlyaran zindiyên behrê tine bibin.