Hejmara koçberên hatin Yewnanîstanê sê qat zêde bû
Di sê mehên destpêkê yên sala 2015'an de hejmara koçberên bi rêya deryayê hatin Yewnanîstanê, li gorî par bi sê qatî zêde bûye.

Di sê mehên destpêkê yên par de 2863 koçber hatin Yewnanîstanê. Lê di sê mehên destpêkê yên îsal de 10445 koçber hatin vî welatî.
Di meha Adarê de piraniya wan ji Tirkiyeyê 6493 koçber xwe gihandin giravên cuda yên Yewnanîstanê. Şebeke, Tirkiyeyê weke xeta derbasbûnê gelekî bikar tînin.
Bi keştiyên biçûk ên karibin 10 kesî hilgire, koçber ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê tên kirin.
Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Koçberan Berpirsyar Dîmîtrîs Avramopoûlos ê di 4'ê Nîsanê de Yewnanîstan ziyaret kir anî ziman ku Yekîtiya Ewropa bi polîtîkaya koçberiyê ya Yewnanîstanê re eleqedar dibe û dikare hin guhertinan pêk bîne.
Li gorî peymana Dûblîn II, koçberek neçare li welatê destpêkê yê serlêdana penaberiyê lê kiriye, bimîne. Lê belê ji ber ku alîkariya ji wan re kêm e, Îtalya, Yewnanîstan û Malta ji vê rewşê gazinan dikin.