Li Îtalyayê di nava rojekê de hezar penaber hatin rizgarkirin
Bi başbûna rewşa hewayê re, herikîna penaberan di ser Derya Spî ber bi Îtalyayê ve, dewam dike. Li gorî rayedarên Îtalyayê, bi tenê di roja Înê de nêzî hezar penaber hatin 'rizgarkirin'.
Bi başbûna rewşa hewayê re, herikîna penaberan di ser Derya Spî ber bi Îtalyayê ve, dewam dike. Li gorî rayedarên Îtalyayê, bi tenê di roja Înê de nêzî hezar penaber hatin 'rizgarkirin'.
Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê, di nava hefteyekê de hejmara keştiyên penaberan ên li Derya Spî hatine girtin, zêde bûne. Yekîneyên ewlekariyê bi tenê roja Înê 1000 penaber 'rizgar kirin'.
Roja Înê di encama îxbareteke li yekîneyên ewlekariyê yên Îtalyayê hat kirin de hatibû ragihandin ku 3 keştiyên bi sedan penaber tê de bûn, li cihekî di navbera Lîbya û Îtalyayê de hatibûn dîtin. Duh jî li Lecce ya li peravê başûr ê li welêt e, di encama îxbarekê de keştiyeke ji 36 penaberên Somalî, hatibû zevtkirin.
Polîsê Îtalyayê 2 welatiyên Arnavûtî ku guman jê dihat kirin ku endamên şebekeya 37 penaberên Kurd û Sûriyeyî anî ne, binçav kirin. Di hefteya bihurî de jî bi qasî hezar 500 penaber li Derya Spî hatibûn rizgarkirin.
Hejmara koçberên di sala 2014'an de bi awayekî îllegal hatin welatên Ewropayê gihîşt 276 hezarî. Ji van 220 hezar di ser Derya Spî re hatin. Herî zêde jî di ser Lîbya û Tûnisê re penaber berê xwe didin Îtalyayê.