Serokên DYA û Kuba piştî 55 salan li hev rûniştin

Krîza dîplomatîk a zêdeyî pêncî sale di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kubayê de hebû, di dawiya dawî de bi temamî qediya.

Serokê DYA Barack Obama bi hempîşeyê xwe yê Kubayî Raûl Castro re di civîneke bilind a dîrokî de civiya.

Ji Şoreşa Kubayê ya 1959'an û vir ve têkiliyên navbera her du welatan qut bûbû û ji hingî ve yekemcar serokdewletên her du welatan li Civîna Bilind a Amerîka ya li Panamayê li hev rûniştin.

Di vê kombûnê de Barack Obama got, "Ji bo pêşerojê em li ber destnîşankirina rêyeke nû ne. Pêkane ku di nava demê de rûpelekî nû were vekirin û têkiliyên nû yên di navbera her du welatan de bên teşwîqkirin."

Obama da zanîn ku ji bo her du welatan ji nû ve sefaretxaneyan vekin xebat wê dewam bikin û îdîa kir ku ew ê zexta xwe ya 'li ser mijara mafên mirovan' a li Kubayê dewam bikin.

Serokdewletê Kubayê Raûl Castro jî ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera her du welatan de muzakere wê dewam bikin û di vê mijarê de wê 'bi sebir' bin. Castro destnîşan kir ku ew hewldanên DYA yên ji bo hilweşandina rêveberiya komunîst a li Kubayê şermezar dikin, lê belê Obama ji van hewldanên dema şerê sar ne berpirsyar e.

Ji bo sererastkirina têkiliyên piştî şoreşa 1959'an qut bûbûn, di navbera her du welatan de beriya çar mehan pêvajoyeke nû destpê kiribû. DYA herî dawî bi biryareke beriya çend hefteyan re ragihandibû ku wan pêkanînên li hemberî bi dehan kargehên bi Kubayê re bazirganiyê dikin, rakirine.