Eyaletên Elman nekarin barê penaberan rakin

Di navbera mehên Çile û Adarê de ji 85 hezar û 394 kesên serî li penabertiyê dane ji sedî 61,6 Arnavût, Bosna-Hersek, Kosova, Makedonya û Sirbîstanî ne, ji derveyî Ewropa herî zêde ji Sûriyeyê penaber tên.

Di navbera mehên Çile û Adarê de ji 85 hezar û 394 kesên serî li penabertiyê dane ji sedî 61,6  Arnavût, Bosna-Hersek, Kosova, Makedonya û Sirbîstanî ne, ji derveyî Ewropa herî zêde ji Sûriyeyê penaber tên.

Li Elmanyayê sala buhrî di 3 mehên destpêkê de ku hejmara serlêdanên ji bo penabertiyê 37 hezar û 820 bû, îsal ev hejmar ji sedî 125 zêde bûye. Di meha Adarê de 32 hezar ji bo penabertiyê serlêdan kirine.

Li gor texmînên Daîreya Koçberî û Penaberan a Federal (BAMF) heta dawiya vê salê wê nêzî 300 hezar kes ji bo penabertiyê serlêdanê bikin. Lê belê ji ber şerên li Iraq û Sûriyeyê û Romanên ji Romanya û penaberên ji ber sedema aborî tên, tê texmînkirin ku ew hejmar 500 hezar kesî derbas bike.

Ji ber zêdebûna hejmara penaberan çareserî ji pirsgirêka fînansman a eyaletan re nayê dîtin. Eyalet ji bo xizmetên bicihkirin, perwerde û tenduristiyê pêk bên dixwazin Butçeya Federal fînans bike.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan (CDU) Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maiziere, bi bîr xist ku  mimkun e mîlyarek euro alîkarî ji eyaletan re bê kirin û daxwaza alîkariya hê zêdetir res dike.

Wezîrê Aboriyê ya Federal û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Sosyal (SPD) Sigmar Gabriel, gotibû ku ji bo kêmkirina lêçûnên şaredariyan dibe ku ji butçeya federal par bê veqetandin. Gabriel ê roja Pênçşemê ji medyayê re axivî, got ku ji bo kêmkirina lêçûna şaredariyan wê komeke xebatê bê avakirin. Anîbû ziman bi taybet ji bo bicihkirina penaberan dibe ku ji butçeya federal par bê veqetandin.