Yewnanîstan têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt dike

Hikûmeta Syrîza ku têkiliyên wan ên bi YE’yê re aloz e, hevkariya aborî ya bi Rûsyayê re xurt dike.

Hikûmeta Syrîza ku têkiliyên wan ên bi YE’yê re aloze, hevkariya aborî ya bi Rûsyayê re xurt dike.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokwezîrê Yewnanîstanê Alesîs Tsîpras piştî hevdîtina ku kirin, têkildarî hevkariyên her du welatan de daxuyaniyên girîng dan.

Di civîna ku her duyan de Tsîpras bersiv da pirsa ‘îhtîmala ku welatî wî ji pereyê  Euro ya YE’yê tê derxistin’ de got: “Çapemenî weke ku em mêtingerin, hîn bûne têkildarî hikûmetên Yewnan de şîroveyan dikin. Lê em bi welatên Ewropayê yên din re xwedî heman mafan in.”

Tsîpras got Yewnanîstan welatekî serbixwe-serdest e û ji bo welatê xwe ji krîzê derxîne xwedî mafê parastina berjwendiyên xwe ye. Tsîpras bal kişand ser têkiliyên bi Rûsyayê re û got bihar anîne têkiliyên Yewnan-Rûsyayê û  got ji bo welatî wî ji krîzê derkeve, ew lêgerînên alternatîf ên derveyê YE’yê diparêze.

Tsîpras anî ziman ku welatî wî ne di nava bendewariyeke ku ji Rûsyayê deyn bigire ye û got ku divê hemû ambargoyên li ser xurekên ji Yewnanîstanê tên îthalkirin, bên rakirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî got ku razemeniyên di navbera her du welatan dikare bê zêdekirin û hevkariya di qada enerjiyê de jî dikare bê tengkirin. Putîn bi lêv kir ku dikare xeta boriyên gaza xwezayî ya bi navê Herikîna Tirk tê bi navkirin, heta Yewnanîstanê bê rêkirin.

Hedefa herî mezin a serdana Tsîpras ev e ku Rûsya ambargoya ku li ser xurekan pêk tîne rake. Kêliyên têkildarî mijarê de wê îro di hevdîtina  Tsîpras û serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev de bê nîqaşkirin.