Nivîskar Gunter Grass jiyana xwe ji dest da
Nivîskarê xwediyê xelata Nobelê Gunter Grass li bajarê Lubeck ê Elmanyayê di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Grass, nivîsa xwe ya dawî di 3’ê Adarê de li ser mirina Yaşar Kemal nivîsî û di nivîsa xwe de Yaşar Kemal wek ‘Rêhevalê min yê dil fireh’ bi nav kiribû.
Grass li bajarê Danzîng a Polonyayê bi navê niha Gdansk, ji dayik bû. Di 1999’an de xelata Nobelê girt. Nivîskariya lîstikê jî kiriye û romanên wî li sînemeyê jî hatine bikaranîn, ya herî navber jî Teneke Tranpek bû.
Di ciwantiya xwe de demekê di rêxistina ciwanan a Nazî de cih girtibû û Grass di her derfetê de nîşan da ku bi vê tecrûbeya xwe re hatiye rû hev. Grass bi nivîsên xwe yên ku polîtîkayên Îsraîlê rexne kiribû û helbesta ku nivîsandibû, wek kesê ku ji aliyê Îsraîlê ve nedihat xwestin, hat îlankirin.