Lîderê nîjadperest Wîlders beşdarî meşa Pegîda dibe

Tevgera Pegîda ku di meha Cotmehê de li Elmanyayê derket holê, bi desteka ji derveyî welat re hewl dide pêşî li windakirina alîgirên xwe bigire.

Tevgera Pegîda ku di meha Cotmehê de li Elmanyayê derket holê, bi desteka ji derveyî welat re hewl dide pêşî li windakirina alîgirên xwe bigire. Tevgera bi nîqaş, lîderê nîjadperest yê Hollandayî Geert Wîlders jî vexwend meşa xwe ya îro li Dresden pêk tê.

Tevgera ku xwe wek Ewropayiyên Welatparêz yên li Dij Îslambûna Rojava (Pegîda) bi nav dikin, beşdarbûna çalakiya wan ya dawî ya li bajarê Dresden gelek kêm bû. Di meha Çile de 25 hezar kes beşdarî meşa wan bûn û di hefteyê dawî de beşdarbûn daket heta 3 hezar kesî.

Pegîdayê hêviya xwe bi partiyê siyasî yên nîjadperest ên welatên din ên Ewropayê ve girê da.  Lîderê nîjadperest û dij îslamê Geert Wîlders îro beşdarî meşa Pegîda ya li Dresdenê pêk tê, dibe. Pegîda hêvî dike ku 30 hezar kes beşdarî vê meşê bibe.

Piştî ku Pegîdayê, Wîlders vexwendî kir, serokwezîrê demokrat yê Xiristiyan yê eyaleta Sachsen, Stanîslaw Tîllî bertek nîşan da û got ew nekarin tehemulê gotinên nîjadperest yên axaftinkeran bikin. Tîllîch got di rewşa ku gotinên nîjadperest bên gotin wê li dij organîzatoran bikevin nava pêkanînan.

Tîllîch got beşek mezin a  eyaleta Sachsen ji cîhan û biyaniyan re vekirine. Li dij çalakiya Pegîda, wê komên bi navê ‘Nazîsîs Dresden’ jî di çalakiyê de bin.  Tê payîn ku bi hezaran kesên dij nîjadperestiyê îro çalakiyên blokaj pêk bînin. Ji gelek eyaletan wê bi sedan polîsan bînin Dresden.