Li kampa Bergen-Belsengora komî hat dîtin
Li gor nûçeya bernameya nûçeyan a Niewsuur a Hollanda, li Kampa Komkirinê ya Bergen-Belsen a li eyaleta Niedersachsen goreke komî ya mezin hatiye dîtin.
Li gor nûçeya bernameya nûçeyan a Niewsuur a Hollanda, li Kampa Komkirinê ya Bergen-Belsen a li eyaleta Niedersachsen goreke komî ya mezin hatiye dîtin.
Li gor nûçeya bernameya nûçeyan a Niewsuur a Hollanda, li Kampa Komkirinê ya Bergen-Belsen a li eyaleta Niedersachsen goreke komî ya mezin hatiye dîtin. Gora li ser daxuyaniya kesên li kampê dihatin girtin û bi saxî jê filîtin hat dîtin tê diyarkirin ku gora komî 16 metre dirêj û 4 metre fireh.
Li ser hişyariya malbatên qurbanan pêwîstî nehat dîtin ku gora komî bê vekirin. Jens-Christian Wagner ê ji kampê berpirsyar got ku bi civaka Yahûdî ya li eyaleta Niedersachsen şêwirîne û li gor baweriya Yahûdiyan wê gor careke din neyên kolandin.
Kampa Komkirinê ya Bergen-Belsen di roja me de wek goristanê tê qebûlkirin. Tê texmînkirin ku di navbera salên 1941-1945’an de li kampê 70 hezar kes hatine qetilkirin û ji derveyî kampê jî gelek gorên komî hene.
Kamp, 15’ê Nîsana 1945’an ji aliyê artêşa Brîtanya ve hatibû rizgarkirin, lê cenazeyê 10 hezar kesên jiyana we ji dest dabûn ji ber rîska belavbûna nexweşiya tîfusê hatibûn şewitandin. Tê zanîn ku cenazeyên hatine şewitandin paşê di gorên komî de hatine veşartin.