Encamnameya FCC’ê hat aşkerakirin
Encamnameya 12. Foruma Civakî ya Cîhanê (FCC) ku di navbera 24-27’ê Adarê de li Tunusê pêk hat, hat weşandin.
Encamnameya 12. Foruma Civakî ya Cîhanê (FCC) ku di navbera 24-27’ê Adarê de li Tunusê pêk hat, hat weşandin.
Encamnameya 12. Foruma Civakî ya Cîhanê ku di navbera 24-27’ê Adarê de li Tunusê pêk hat, hat weşandin. Di encamnameya organîzasyona mezin ku bi deh hezaran kesên li dijî globalbûnê anîn cem hev, li ser ‘çareseriyên alternatîf ên gelan’ a li dijî lihevkirinên bazirganiya serbest û polîtîkayên neo-lîberal, hat sekinandin.
Di encamnameyê de hat gotin ku di têkoşîna li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm, baviksalarî, nîjadperestî û hemû newekheviyan, avakirina ajandayeke nû hatiye hedefkirin û hat gotin ku di aliyê civakî de ji bo pêşveçûneke rêzdar a li dijî xwezayê, di mijara çareseriyên alternatîf de pêşveçûn çêbûye.
Di encamnameyê de hat gotin ku krîza kûr a kapîtalîzm dijî, bandorek cidî li gelê cîhanê dike û wiha hate gotin: “Di vê pergalê de, şîrketên taybet, banka, çapemenî, desteyên fînanasê yên navneteweyî û hikûmetên lîberal ji bo siyasetek neo-kolonyalîst û mudaxalekar, berjewendiyên xwe zêde dike.
Di encama şer, darkirinên leşkerî,lihevkirinên neo-lîberal ên bazirganiya serbest pêşniyar dikin malên cemawerî û xizmet tên taybetîkirin, heqdest tên kêmkirin, maf tên binpêkirin. Bi vê re bêkarî û xizanî zêde dibe, jin mahkûmî şert û mercên giran ên xebatê tên kirin.
Polîtîkayên neo lîberal bandorê hem li welatên Başûr û hem jî li yên Bakur dike. Koçberî, deyndarî, bêdadiya civakî zêde dibe, muhafazakariya li ser bedena jinê hukm dike jî xurt bûye. Li şûna çareseriya pirsgirêkên derdorê di bin navê ‘aboriya kesk’ de jiyana xwezayî tê taybetîkirin û dikin bazirganî.”
MODELEK NÛ MIMKUNE
Di encamnameyê de hat gotin ku gelên cîhanê ne berpirsên krîza heyîne û divê ew bedela vê krîzê nedin. Her wiha hat gotin ku divê li dijî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Bankaya Cîhanê (WB) û Rêxistina Bazirganiyê ya Navneteweyî (OMC) têkoşîn bê dayîn û wiha hat gotin: “Em ji bo deynên ku zextan li gel dikin û rê li ber xetimînin aborî kiriye, bê paqijkirin têdikoşin. Em lihevkirinên bazirganiya serbest a dewlet û şîrketên navneteweyî empoze dikin, red dikin û diyar dikin ku modelek cîhanê ya nû ku xwe dispêre piştevaniyê, mimkune.”
JI BO AVHEWAYÊ HIŞYARÎ
Di encamnameyê de hat gotin ku ew piştgiriyê didin çalakiyên li dijî bazirganiya serbest a di 18’ê Nîsanê de li tevayî cîhanê pêk tê û ji bo pêşî li guherînên avhewayê bê girtin divê gaza serayê bê kêmkirin. Her wiha hat gotin ku tezên ji bo pirsgirêkên avhewayê de yên ‘aboriya kesk û hawirdorê’ de, nirxandinên şaş in û hat diyarkirin ku ji bo pêşî li krîza xurekê bê girtin divê çandiniya bejayî bê parastin. Di encamnayê de bi munasebeta Civîna Demsala Cîhanê ya li Parîsê pêk tê jî tevayî meha Qanûnê banga çalakiyan kir.
Di encamnameyê de hat gotin ku şîdeta li ser jinê piranî li herêmên ku di bin dagirkeriya leşkeran de ne tê jiyîn û wê li dijî şîdeta li ser jin û zarokan têbikoşin. Her wiha bang hat kirin ku divê ji bo çalakiyên di bin navê ‘meşa jinan’ de pêk tên jî piştgirî bên dayîn.
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Hat destnîşan kirin ku divê li dijî mafê tayîna qedara gelan a xwe bi xwe, rêzdarî bê nîşandan û wê li dijî gotinên ku operasyonên leşkerî mafdar derdixin jî rawestin.
Hat diyarkirin ku divê çapemenî bê demokratîkkirin û çapemeniya alternatîf bê xurtkirin û wiha hat gotin: “Em ê ji bo azadiya sendîka, komele û tevgerên çep ên li dijî zextan têdikoşin, têkoşînê bimeşînin. Em kuştinên xwendekar, rojnameger, mîlîtan û gel şermezar dikin.”
Di dawiya encamnameyê de ji bo çalakiyên di çarçoveya ‘Hefteya Têkoşîna Global a li dijî Kapîtalîzmê’ a di navbera 17-25’ê Cotmehê de pêk tê bang hat kirin û hat diyarkirin ku li dij bêhiqûqiya li Kurdistan û Filistînê û gelek welatên din têkoşîn bê bilindkirin.