Li Sîbîryayê şewata daristanê: 15 kes mirin

Li Komara Hakasya ya li rojhilatê herêma Sîbîrya ya Rûsyayê, agirê li zeviyên hatin şewitandin bi daristanê ket û di encamê de herî kêm 15 kes mirin, 483 kes birîndar bûn.

Li Komara Hakasya ya li rojhilatê herêma Sîbîrya ya Rûsyayê, agirê li zeviyên hatin şewitandin bi daristanê ket û di encamê de herî kêm 15 kes mirin, 483 kes birîndar bûn. Ji ber şewatê ji hezarî zêdetir xanî şewitîn.

Ji ber bayê dijwar, şewata daristanê, belavî ji 20’î zêdetir cihî bû.

Cigirê Wezîrê Rewşên Awarte ya Rûsyayê Aleksandr Çuprîyanov, diyar kir ku şewat ji ber agirê ku bê destûr li zeviyan hatiye pêxistin, derketiye. Çuprîyanov da zanîn ku her sal ji ber vê heman bûyerê dijîn.

Bi hezaran kes beşdarî xebatên temirandinê bûn û di saetên sibê de agir xistin bin kontrolê.