Chikungunya li Kolombiya 25 can stend
Hate ragihandin ku Kolombiyayê di salekê de 25 kes ji ber nexweşiya Chikungunya jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Enstîtuya Tenduristiya Neteweyî, ev virûsa bi navê ‘chikungunya’ ya ku tebaxa 2014 hatiye dîtin, gihiştiye 150 hezar kesî. Vegirtina vê nexweşiyê bi taybet li herêma bakûrê welêt belav dibe.
Enstîtuyê piştrast kir ku 25 kes ji ber vê vîrusê mine û da zanîn ku 17 kesên bi vê nexweşiyê ketine di bin çavdêriyê de ne.
Nexweşiya Chikungunya ku yek ji cûrên virûsa Aedesê ye û ji pêşûyan derbasî mirovan bûye. Ev nexweşiya ku taya laşê mirovan zêde dike, li parzemîna Amerîkayê derketiye holê. Ev nexweşî yekem car kanûna 2013 li Amerîkaya Latîn derketiye holê.
Diyardeyên virûsa Chikungunya taya zêde û janên dijwar in. Li gel vê jî, serê mirov diêşe, masulke diêşe.