Bi tenê alternatîfek ji xebatkarên kreşê re hat hiştin: Grev
Li Elmanyayê, di peymanên giştî yên der heqê bi sed hezaran xebatkarên dibistanên dayikê û wargehên lênêrîna zarokan (Kîtas) de, li hev nehat kirin.
Li Elmanyayê, di peymanên giştî yên der heqê bi sed hezaran xebatkarên dibistanên dayikê û wargehên lênêrîna zarokan (Kîtas) de, li hev nehat kirin.
Li Elmanyayê, di peymanên giştî yên der heqê bi sed hezaran xebatkarên dibistanên dayikê û wargehên lênêrîna zarokan (Kîtas) de, li hev nehat kirin. Sendîka wê pêşniyara greva bê dawî ya ji hefteya pêş û pê ve pêşkêşî endamên xwe bikin.
Ji hefteya pêş û pê ve tê payîn ku gelek wargehên lênêgerîna zarokan û kreş, ji ber grevê werin girtin.
Di peymanên giştî yên 240 hezar perwerdekar û xebatkarên civakî eleqedar dike de, duh encamek bi dest neket. Tevî zêdekirina ji sedî 10 a heqdestan, sendîka dixwazin mercên xebatê werin sererastkirin.
Di 5 tûrên heta roja îro hatin kirin de sînyalek lihevkirinê ji karsazan nehat dîtin. Ji sendîkayan re jî weke çareya bi tenê, grev ha hiştin.
Sendîkayan ragihandin ku eger ji hevdîtinên giştî encamek bi dest nekeve, ew dikarin bikevin grevê. Li se navê Ver.dî Volker Eûskîrchen peyivî û diyar kir ku eger sê ji çar parên endamên sendîkayê erê bikin, ew ê ji hefteya pêş û pê ve bikevin grevê.
Di hevdîtinên giştî yên li ser mercên xebatê yên 240 hezar perwerdekar û pedagogên civakî de, tevî Ver.dî Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) jî cih digire. Sendîka dixwazin heq dest ji sedî 10 zêde bibin.
Ev daxwaza zêdebûna heqdest tê texmînkirin ku salane maliyeteke nû ya 1,2 mîlyar euroyî be.