Şîlî hewl dide xweliyên xwe paqij bike

Hat ragihandin ku li Şîlî Volkana Calbûco ya 22’ê Nîsanê roja Çarşemê ket nav tevgerê, xwelî û dûman belav kir mimkun e careke din destpê bike.

Hat ragihandin ku li Şîlî Volkana Calbûco ya 22’ê Nîsanê roja Çarşemê ket tevgerê, xwelî û dûman belav kir mimkun e careke din destpê bike.

Bi hezaran mirovên 20 kîlometre nêzî çiyayê volkanîk hatibûn tehliyekirin.

Ji ber xweliyên volkanê gelek xanî û kargeh zerareke mezin dîtin.

Paqijkirina xweliyên ji çiyayê volkanîk ku piştî 43 salan ket tevgerê didomin.

Li Şîliyê 500 çiyayên volkanîk ên aktîf hene. Meha buhrî jî volkana Vîllarrîca ya li nêzî bajarê Pûcon ketibû tevgerê.

Li cîhanê piştî Endonezyayê welatê ku herî zêde çiyayên volkanîk lê hene Şîlî ye.